Li Agiriyê rayên Partiya Çepên Kesk ji bo AKP-MHP’ê hatine nivîsandin
- Rojane
- |
- 14 Gulan 2023 23:46
- |
AGIRÎ - Li Agiriyê di sindoqên jimara wan 1001, 1020 û 1146’an de 370 rayên Partiya Çepên Kesk ji AKP, Yeniden Refah û MHP’ê re hatine nivîsandin.
Li navenda Agiriyê hat tespîtkirin ku di sindoqên jimara wan 1001, 1020 û 1146’an de 370 rayên Partiya Çepên Kesk ji AKP, MHP û Yeniden Refahê re hatine nivîsandin. Partiya Çepên Kesk têkildarî mijara navborî dê îtîrazî Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê bike.