Kiliçdaroglû: Em ji ser sindoqan veneqetin
- Polîtîka
- |
- 14 Gulan 2023 18:12
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Namzetê Serokkomariyê Kemal Kiliçdaroglû ev bang kir: “Ji ser sindoqan veneqetin.”
Namzetê Serokkomariyê Kemal Kiliçdaroglû piştî sindoq hatin girtin li ser hesaba xwe ya Twîtterê peyamek parve kir û wiha got: “Ez dixwazim bang li qehremanên me yên demokrasiyê bikim. Heta ku girteka bi îmze ya dawî bê teslîmkirin çi dibe bila bibe ji ser sindoqan veneqetin. Nîşandana vîna gel a tam û rast bi biryardariya we ve girêdayî ye. Hûn ê bibînin dê bi ber westana we bikeve.”