Li Cizîrê welatî bi darê zorê ji baxçeyên dibistanan hatin derxistin
- Rojane
- |
- 14 Gulan 2023 18:02
- |
ŞIRNEX - Di dema hejmartina dengan de welatî li gelek baxçeyên dibistanan kom bûn. Lê polîsan bi darê zorê welatî ji baxçeyan derxistin.
Li navçeya Cizîr a Şirnexê di dema hejmartina dengan de welatî li baxçeyên dibistanan kom bûn. Polîsan bi darê zorê welatî ji baxçeyên dibistanan derxistin. Welatiyên li baxçeyên dibistanên seretayî yên Menderes, Vatan û Fatîhê kom bûn, ji baxçeyan hatin derxistin û li Dibistana Îstîklalê jî di navbera welatiyên ku nexwestin ji baxçeyê dibistanê derkevin û polîsan de rageşî derket. Li ser vê yekê polîsan bombeyên gazê avêtin welatiyan û bi darê zorê derxistin. Rageşiya li derdora dibistanê berdewam dike.