Kaftancioglû: Li 30 hezar û 850 sindoqên Stenbolê ray hatin bikaranîn
- Rojane
- |
- 14 Gulan 2023 17:22
- |
STENBOL - Seroka CHP’a Stenbolê Canan Kaftancioglû diyar kir ku li 30 hezar û 850 sindoqên li Stenbolê dengdayîn pêk hatiye û got: “Em li Stenbolê li benda beşdariyek rekorê ne.”
Seroka Partiya Gel a Komarî (CHP) a Stenbolê Canan Kaftancioglû beriya sindoq bên girtin, daxuyanî da. Kaftancioglû anî ziman ku li Stenbolê li hezar û 951 dibistanan li gel sindoqên girtîgehan 30 hezar û 850 sindoq û sindoqên gerok hatine danîn û di van sindoqan de dengdayîn hatiye kirin. Kaftancioglû anî ziman ku li Stenbolê hewa biharê heye û got: “Em li Stenbolê li benda beşdariyek rekorê ne. Her kesî li ser sindoqan wezîfeya xwe pêk anî. Em xwedî li sindoqan derkevin.”