Endamê meclisa şaredariya AKP’ê îstîfa kir
- Rojane
- |
- 12 Gulan 2023 16:47
- |
SÊRT - Endamê Meclisa Şaredariya Berwarî yê AKP’yî Cevher Batûr ji partiya xwe îstîfa kir.
Beriya hilbijartinên serokkomariyê û giştî îstîfayên ji nav AKP’ê didomin. Endamê Meclisa Şaredariya Berweriyê û wekîlê şaredarê berê Cevher Batûr ji meclise û endamtiya AKP’ê îstîfa kir. Batûr ji Ajansa Mezopotamya re axivî û got: “Bêhiqûqî û bêedaletiyek giştî heye. Min vê îstîfayê ne ji bo xwe ji bo civakê guncav dît.”