Li Şengalê goreke komî ya din jî hat dîtin
- Rojane
- |
- 9 Gulan 2023 23:05
- |
NAVENDA NÛÇEYAN -Li Şengalê goreke komî ya din jî hat dîtin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Patricorê, ragihand ku li Şengalê goreke komî ya ji dema êrişên DAIŞ'ê hatiye dîtin. Li gor rapora rêxistinê, cihê gor lê hatiye dîtin hatiye vekirin û hin hestî hatine dîtin.
Di raporê de hat diyarkirin ku di gorê de hestiyên jin û zarokan hatine dîtin.
Tevî vê gora komî ya dawiyê, hejmara gorên komî yên heya niha li Şengalê hatine dîtin bû 85.