Li Amedê qezaya trafîkê çêbû: 2 kes mirin 10 kes birîndar bûn
- Rojane
- |
- 8 Gulan 2023 11:52
- |
AMED - Li navçeya Pasûrê di encama wergerîna mînîbusê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 10 kes birîndar bûn.
Li navçeya Pasûr a Amedê mînîbusa ku pîlaqeya wê nehate zanîn li herêma Yûkari Elmaliyê ji kontrolê derket û wergeriya. Di encama qezayê de ji rêwiyan Zehra Can (81) û Zelîha Akin (58) jiyana xwe ji dest dan û 10 kes birîndar bûn. Tîmên tenduristiyê yên li ser agahdarkirinê hatin cihê bûyerê, birîndar rakirin nexweşxaneyên li Amedê.