Partiya Çepên Kesk bi cemaetên xirîstiyanan re civiya
- Rojane
- |
- 5 Gulan 2023 16:31
- |
HATAY - Namzetên Partiya Çepên Kesk û parlamenterê HDP’ê Garo Paylan bi cemaetên xirîstiyanan ên li bajêr re civiyan û piştgirî xwestin.
Partiya Çepên Kesk li Hatayê bi cemaetên xirîstiyanan ên li bajêr re civiya. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Garo Paylan, namzetên Partiya Çepên Kesk Kerem Nalbant û Yûsûf Kîmyon serdana Dêra Ortodoks ya St. Îlyas a li navçeya Samandagê kirin. Paylan ji cemaetên xirîstiyanan piştgirî xwest.
Paylan û kesên pê re pişt re derbasî navçeya Îskenderûnê bûn û serdana Dêra Azîz Georgias kirin. Payan li wir axivî û wiha got: “Garo Paylan çi be Kerem Nalbant jî ew e. Paylan, Nalbant e.”