CHP: Derket holê ku pisûlaya dengan a nevekirî hatiye mohrkirin
- Rojane
- |
- 5 Gulan 2023 14:16
- |
ENQERE - Lijneya Rêxistinkirinê ya Derveyî Welat a CHP’ê diyar kir ku di hilbijartinên derveyî welat de pisûleya dengan a nevekirî ku mohra erê li AKP’ê hatiye xistin derketine holê.
Lijneya Rêxistinkirinê ya Derveyî Welat a Partiya Gel a Komarê (CHP) li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal ragihand ku di sindoqa 2-G a li Sîdney a Avûstralyayê de pisûleya dengan a nevekirî ku mohra erê li AKP’ê hatiye xistin derketine holê. Têkildarî rewşa heyî girtek hate girtin û serî li Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê ya Derveyî Welat hate dayîn û gilî hate kirin.