Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê li we girtî be!
- Rojane
- |
- 4 Gulan 2023 11:59
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji rojnameya Evrensel'ê Sefer Selvî bi boneya Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê rojnameger Dîcle Muftuoglû û Sedat Yilmaz xêz kir ku hatibûn girtin.
Xêzkarê rojnameya Evrensel’ê Sefer Selvî, Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglû û edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Sedat Yilmaz xêz kir ku di 29’ê nîsanê de hatibûn binçavkirin û di 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de hatibûn girtin. Di xêza Selvî de dadger, li eywana dadgehê ji rojnamegeran re wiha dibêje: “Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê li we girtî be!”