Operasyona leşkerî ya li herêma Omeriyanê didome
- Rojane
- |
- 1 Gulan 2023 12:28
- |
MÊRDÎN - Operasyona leşkerî ku hem ji bejahî hem jî ji hewayî hatibû destpêkirin hate berfirehkirin û di roja duyemîn de didome.
Duh li herêma Omeriyan a Mêrdînê operasyona leşkerî hatibû destpêkirin û operasyon hate berfirehkirin. Operasyon bi piştgiriya hêzên hewayî tê domandin û hat ragihandin ku li herêmê dengê çekan tê. Hat zanîn ku liv û tevgera leşkerî ya li herêmê didome.
Di operasyona leşkerî ya pêr a li Çiyayê Bagokê de pevçûn derketibû. Di pevçûnê de leşkerek hatibû kuştin û yek jî birîndar bûbû.