Li Meletiyê avahiyeke 6 qatî hilweşiya
- Rojane
- |
- 25 Nîsan 2023 20:59
- |
MELETÎ – Li Meletiyê avahiyeke 6 qatî hilweşiya.
Li Meletiyê ku bandoreke mezin ji erdhejên 6'ê Sibatê yên li Mereşê girtibû, avahiyên pirxesardîtî hildiweşin. Li Kolana Zapçioglû ya Taxa Buyuk Mûstafa Paşayê, Apartmana Ozbayê ya 6 qatî hilweşiya. Piştî bûyerê AFAD, îtfaiye û polîs sewqî herêmê hatin kirin. Ekîbên çûn cihê bûyerê diyar kirin ku kes di bin kavilan de nemaye.