Tirkiyeyê êrişî Til Temirê kir: 2 zarok hatin qetilkirin
- Rojane
- |
- 24 Nîsan 2023 20:54
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiyeyê bi obusan êrişî gundê Elebidê yê Til Temirê kir. Di êrişê de 2 zarok hatin qetilkirin û 3 zarok jî birîndar bûn.
Tirkiyeyê îro saet li dor 6'ê êvarî bi obusan êrişî gundê Elebidê yê Til Temirê kir. Di êrişê de Meryem Xidir Iwês a 10 salî û zarokekî navê wî nehat hînkirin jiyana xwe ji dest dan û Ebdilezîz Xidir Iwês (8), Zehra Xidir Iwês (14) û Diya'a Xidir Iwês (6) birîndar bûn.
Zarokên birîndar rakirin Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn a Til Temirê.