Partiya Çepên Kesk çû şîna kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane
- Rojane
- |
- 23 Nîsan 2023 18:18
- |
SEMSÛR – Rêxistina Partiya Çepên Kesk li Semsûrê û gundên wê çû şîna kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane.
Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Semsûrê serdanên xwe yên gel didomîne. Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Semsûrê bi namzetên parlamenteriyê yên bajêr Alî Kenanoglu, Îzzet Karadag, Yuksel Yucedag, Bulent Çinar û Meryem Çerîtlî re li Semsûrê û gundên wê çû kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane.
Di serdanê de şandeyê sersaxî ji malbat û xizmên kesên ku jiyana xwe ji dest dane re xwest û guh li pirsgirêk û gilî û gazinên wan kir.