Li Qilebanê rewdegurê 30 bizin mirar kir

Parve bike:
ŞIRNEX - Li Qilebanê rewdegurek kete gova bizinan û 30 bizin mirar kir. 
 
Li bajarokê Sêgirkê yê Qileban a Şirnexê rewdegurek kete gova welatiyê bi navê Hasan Oran û 30 bizinên di govê de mirar kir. Tîmên girêdayî cenirmeyan û Midûriyeta Çandinî û Daristanan li cihê bûyerê lêkolîn kirin.