Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
- Rojane
- |
- 14 Nîsan 2023 21:30
- |
ŞIRNEX- Li navenda Şirnexê û 5 navçeyên wê bi giştî 14 herêm heya 15 rojan hatin qedexekirin.
Walîtiya Şirnexê daxuyand ku li navenda Şirnexê û navçeyên wê Cizrî, Silopiya, Basa, Qileban û Elkê 14 herêm hatine qedexekirin. Li gor daxuyaniya walîtiyê qedexe dê di 16'ê Nîsana 2023'yan de dest pê bike û heya 15 rojan bidome.
Herêmên ku wekî "Herêma Ewlehiya Taybet a Demoborî" hatine îlankirin di malpera fermî ya Walîtiya Şirnexê de hatine diyarkirin.