Li Midyadê bertek nîşanî AKP’iyan hate dayîn
- Rojane
- |
- 14 Nîsan 2023 16:19
- |
MÊRDÎN - Li gundê Acirli yê Midyadê, welatiyan bertek nîşanî AKP’iyên ku xebatên hilbijartinê bi rê ve dibirin dan.
Li gundê Acirli yê navçeya Mîdyad a Mêrdînê welatiyan bertek nîşanî Serokê AKP’ê yê Navçeyê Atîlla Yariş û namzetê parlamenteriyê yê rêza 6’emîn ê AKP’ê Abdûlvahap Arpag dan. Gundiyan diyar kirin ku tevî bi salan e pirsgirêkên xwe ji Şaredariya AKP’î re radigihînin jî çareseriyek nehatiye peydakirin û xwestin ku AKP’î ji bo dengan neçin gund. Li ser bertekan AKP’î ji gund derketin û çûn.