Li Kerkukê 4 DAIŞ’î hatin girtin
- Rojane
- |
- 12 Nîsan 2023 16:33
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Saziya Îstîxbaratê ya Iraqê ragihand ku li Kerkukê 4 DAIŞ’î hatine girtin.
Saziya Îstîxbaratê ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan bi operasyoneke li Kerkukê li dar xistin 4 DAIŞ’î girtine. Hate diyarkirin ku yek ji DAIŞ’iyan madeyê teqemeniyê vediguhest û yekî din jî li ser rêya Tîgrît û Kerkukê ajokarên kamyonan direvand û dikuşt.