Li Antalyayê ceza ji 8 xwendekaran re hat xwestin

Parve bike:
ANTALYA - Di danişîna doza 8 xwendekaran de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” ceza ji wan re hat xwestin. 
 
Xwendekarên zanîngehê F.A. ile A.B., B.A., M.E., M.H.Y., M.M.A., S.S. û Z.K. li Antalya bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tên darizandin. Danişîna duyemîn a doza xwendekaran li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Antalyayê hat lidarxistin. F.A. bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû û A.B., M.A., B.A. û S.S. li gel parêzerên xwe di danişînê de amade bûn. 
 
Xwendekaran di danişînê de parastina xwe kirin û tawanbariya li ser xwe red kirin û xwestin bên beraetkirin. 
 
Dozger mutalaya xwe pêşkêşî dadgeriyê kir û xwest ji tawanbariya “endamtiya rêxistinê” ceza li xwendekaran bê birîn. 
 
Parêzerên xwendekaran bo dikaribin li dijî mutalayê parastinê bixwazin dema zêde xwestin. 
 
Dadgehê bo F.A. biryara tehliyeyê da û daxwaza parêzeran a demê qebûl kir û danişînê taloqî 2’yê hezîranê kir.