Li Cizîrê rojbûna Ocalan hate pîrozkirin

Parve bike:

ŞIRNEX - Li Cizîrê 74’emîn rojbûna Abdullah Ocalan hate pîrozkirin. 

 
Li Taxa Mûsiriyê ya navçeya Cizîr a Şirnexê bi pêşengtiya Partiya Heremên Demokratîk (DBP), 74’emîn rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate pîrozkirin. Rêxistinên Partiya Çepên Kesk û HDP’ê yên navçeya Cizîrê, aktîvîstên TJA’yê û endamên Meclisa Dayikên Aştiyê tev li pîrozbahiyê bûn. Di çarçoveya pîrozbahiyê de dar hatin çandin. 
 
Di dema çandina daran de jinan hêvî kirin ku ev dar bibin wesîleya azadiya Ocalan û aştiyeke mayînde. Piştî çandina daran, jinan bi hevre strana “Pîroz be li te” gotin û govend gerandin. 
 
Bername bi tililiyan bi dawî bû.