Bertek nîşanî binçavkirinan dan: Em ê dest ji Galatasarayê bernedin

Parve bike:
STENBOL - Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan binçavkirina Dayikên Şemiyê şermezar kirin û gotin dê dest ji Galatasarayê bernedin. 
 
Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan binçavkirina Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê û Dayikên Şemiyê protesto kirin. Daxuyanî li avahiya ÎHD’ê hat lidarxistin û gelek kes tev li bûn. 
 
DÊ DEST JI MAF Û AZADIYÊN XWE BERNEDIN 
 
Xizma Windayan Setenay Yarici ewilî di civînê de axivî û xwest ku dorpêça li Gada Galatasarayê bê rakirin û ew ê dest ji maf û azadiyên xwe bernedin. 
 
Yarici da zanîn ku bi van sepanan Qanûna Bingehîn tê binpêkirin û got: “Em ê serî li ber van neheqiyan netewînin. Em ê her li windayên xwe bigerin û li aqûbeta wan bipirsin û daxwaz bikin ku kujer bên cezakirin. Em ê hesab ji kujeran bixwazin.” 
 
‘DIVÊ DEWLET LÊBORÎNÊ BIXWAZE’ 
 
Farûk Eren ê birayê Hayrettîn Eren ku di binçavan de hat windakirin jî anî ziman ku ew ê dest ji lêgerîna windayên xwe û hesabpirsînê bernedin û divê dewlet ji Dayikên Şemiyê lêborîn bixwaze. Eren got ew ê her li Qada Galatasarayê bin. 
 
Muzaffer Yedîgol ê ku birayê wî Nurettîn Yedîgol di binçavan de hat windakirin jî anî ziman ku divê dewlet ji malbatên windayan lêborînê bixwaze û hindik ma ku ew bigihîjin edaletê û azadiya welat. 
 
Huseyîn Ocak ê ku birayê wî Hasan Ocak di binçavan de hat windakirin jî destnîşan kir ku heta ew negihîjin hestiyên xizmên xwe dê Qada Galatasarayê gora xizmên wan be û heta ew hestiyên xwe bibînin dê dest ji Galatasarayê bernedin.