Li Îzmîrê xebatên hilbijartinê bi coşeke mezin dest pê kirin

Parve bike:
ÎZMÎR - Partiya Çep a Kesk, li navçeya Konakê xebatên hilbijartinê bi civîna gel da destpêkirin. 
 
Partiya Çep a Kesk, li Konaka Îzmîrê xebatên hilbijartinê bi civîneke gel a girseyî da destpêkirin. Civîn dê li Nûnertiya Partiya Demokratîka  GElan (HDP) a Çîmentepeyê bihata kirin, lê ji ber ku beşdar zêde bûn civîn li kuçeyê hat kirin. Bi sedan kes tevlî civîna li ber nûnertiyê bûn. Li vir hilbijartin hat nîqaşkirin û tiştên divê bên kirin hatin xeberdan. 
 
Hevseroka HDP'a Îzmîrê Berna Çelîkê bal kişand ser hejmara jinên ku tevlî civînê bûn û got: "Ev nîşan dide ku dê hevalên jin di hilbijartinê de pêşengiyê bikin. Em ê bi vî awayî bi ser bikevin." 
 
Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk a Îzmîrê Mehmet Sabrî Gul jî bibîr xist ku mehek ji hilbijartinê re maye û got ku du rê li ber wan in. Gul got: Di vê rêyê de an wê tarîtî bidome an jî rêya aştî û azadiyê vebe. Tercîh a me ye. Ji vir bang dikim, bila gelê me bibin muşahîd û xwedî li rayan derkevin. Serkeftin a me ye, rojên ronî yên me ne." 
 
Piştî axaftinan civîn bi govendgerandinê bi dawî bû."