Sêwirînerê herka ‘Bi saya Erdogan’ hat binçavkirin
- Rojane
- |
- 7 Nîsan 2023 11:39
- |
ÎZMÎR - Mahîr Akkoyûn ê ku ji bo bale bikişîne ser bihabûna tiştan û enflasyonê etîketên “Bi saya Erdogan” sewirandiye hat binçavkirin.
Mahîr Akkoyûn ê ku bihabûna tiştan rexne dike û balê dikişîne ser enflasyonê etîketên “Gelo ev hilberîn ji we re biha hat? Bi saya Erdogan” sêwirandiye hat binçavkirin. Akkoyûn wêneyê Sarokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan û Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî bi etîketan ve sêwirandiye. Akkoyûn li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal ragihand ku ew hatiye binçavkirin.
Akkoyûn birin Midûriyeta Polîsan a Îzmîrê.