Li Bazîdê bi meşeke meşaleyî buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk hat vekirin

Parve bike:
AGIRÎ- Li Bazîdê buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk bi meşeke bimeşale hat vekirin. 
 
Li Kolana Îsmaîl Beşîkçî ya Taca Çîftpinarê ya Bazîda Agiriyê hem buruya hilbijartinê ya jinê hem jî buroya hilbijartinê ya giştî ya Partiya Çep a Kesk hat vekirin. Beriya vekirina buroyê, girse li serê kolanê li hev kom bû û heya buroyê meşeke bimeşale li dar xist. 
 
Di dema vekirinê de def û zirne hat lêxistin û fîşekên hewayî hatin teqandin. Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk a Agiriyê Cemîl Koç û rêveberê PArtiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Agiriyê Sûat Yîgît di dema vekirina buroyê de axivîn.
 
Piştî axaftinan Dayikên Aştiyê qurdêleya buroya hilbijartinê birîn.