Li Mêrdînê 3 kes hatin berdan

Parve bike:
MÊRDÎN - Li Qoser û Nisêbînê di encama serdegirtinên malan de 3 kes hatibûn binçavkirin. Her 3 binçavkirî piştî karûbarên îfadegirtinê hatin berdan. 
 
Polîsan duh bi hinceta parvekirinên ser medyaya civakî, duh bi ser malan de girtin û welatiyên bi navên Şukriye Gokturk, Botan Sariboga û Serhat Senor binçav kirin. Piştî karûbarên îfadegirtinê yên li midûriyeta emniyetê, her sê welatî jî hatin berdan.