Di erdhejê de hejmara qurbaniyan derket 50 hezar û 399’an
- Rojane
- |
- 5 Nîsan 2023 13:48
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Di erdhejên navenda wan Mereş de hejmara qurbaniyan derket 50 hezar û 399’an.
Hate ragihandin ku di erdhejên navenda wan Mereş ku di 6’ê sibatê de çêbûn de hejmara qurbaniyan derket 50 hezar û 399’an. Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû, da zanîn ku hejmara kesên di erdhejan de jiyana xwe ji dest dane derketiye 50 hezar û 399’an û got ku “Xebatên diyarkirina nasnameyan didomin, dê hejmara qurbaniyan were nûkirin.”