Malbata Şenyaşar li ber edliyeyê fitirî

Parve bike:
RIHA - Malbata Şenyaşarê ku 743 roj in Nobeda Edaletê digire, li ber Edliyeya Rihayê fitirî. Rêxistina CHP'ê ya Halîliyeyê bû mêvanê sifreya fitarê ya malbata Şenyaşarê. 
 
Xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kiribûn. Di encama êrişê de hevjînê Emîne Şenyaşarê û du kurên wê hatibûn qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya Malbata Şenyaşarê di roja 743’yan de berdewam dike.
 
Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar çalakiya xwe heya wextê fitarê domandin. Seroktiya CHP'ê ya navçeya Halîliyeyê serdana Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşar kir û li vir bi malbatê re fitariya xwe kir. 
 
Seroka CHP'ê navçeyê Mehtap Rastgeldî Sakaci ku di serdanê de axivî bi lêv kir ku doza malbata Şenyaşarê dozeke mafdar e û got ku ew ê piştî 14'ê Gulanê bi heq, hiqûq û edaletê re bi hev re bin. 
 
Her wiha Seroka Desteya Jinan a CHP'ê Şukran Guzel Zentê jî anî ziman ku ew jin derdê Emîne Şenyaşarê wekî derdê xwe dibînin û got ku ew li cem malbata Şenyaşar in.
 
Ferît Şenyaşar jî malavayiya serdêran kir.