Îlham Ehmed çû serdana YNK’ê

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed, çû serdana YNK’ê û bi Endama Lijneya Rêveber a YNK’ê Telar Letîf re civiya. 
 
Hevseroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed û Nûnertiya Kongreya Star, hevdîtinên xwe yên li Herêma Federe ya Kurdistanê berdewam dike. Di çarçoveya hevdîtinan de şandeyê bi Endama Lijneya Rêveber a YNK’ê Telar Letîf re hevdîtin kir. 
 
Di hevdîtinê de mijarên weke xebatên jinên kurd û kongreya neteweyî hatin nirxandin.