Li Mêrdînê 3 kes hatin binçavkirin

Parve bike:
MÊRDÎN - Li Mêrdînê di serdegirtinên malan ên serê sibê de herî kêm 3 kes hatin binçavkirin. 
 
Li navçeyên Qoser û Nisêbînê polîsan di saetên serê sibê de bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinên bi hinceta parvekirinên medyaya dîjîtal hatin kirin de herî kêm 3 kes hatin binçavkirin. Li Nisêbînê Şukriye Gokturk û Botan Sariboga, li Qoserê jî Serhat Senor hatin binçavkirin. 
 
Kesên hatin binçavkirin birin Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê.