Li Qilebanê qezaya trafîkê çêbû: 3 kes mirin

Parve bike:
ŞIRNEX - Li navçeya Qilebanê qezaya trafîkê çêbû, di encama qezayê de 3 kesan jiyana xwe ji dest da. 
 
Li bajarokê Sêgirkê yê girêdayî navçeya Qileban a Şirnexê TIR’a bi plaqeya 33 AAZ 220 û wesayîta bi plaqeya 06 COU 51 li êkudu dan. Di encama qezaya trafîkê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan. 
 
Tîmên tenduristiyê yên li ser agahdarkirina welatiyan hatin cihê bûyerê, cenazeyên welatiyên jiyana xwe ji dest dan rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Qilebanê.