Li Sûriyeyê DAIŞ’iyekî payebilind hate kuştin
- Rojane
- |
- 4 Nîsan 2023 11:34
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Sûriyeyê di êrişa hewayî ya 3’yê nîsanê de DAIŞ’iyê payebilind ê bi navê Xalid Ayd Ehmad El Cebûrî hate kuştin.
Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku di êrişa hewayî ya 3’yê nîsanê de li Sûriyeyê DAIŞ’iyê payebilind ê bi navê Xalid Ayd Ehmad El Cebûrî hatiye kuştin. Hate diyar kirin ku Cebûrî beriya niha li ser navê DAIŞ’ê li Ewropayê êriş plankirine û ji bo rêxistinê avaniyeke serokatiyê bi pêş dixist.