Di roja 57'emîn a erdhejê de li 6 bajaran ‘herêma afetê’ hat ragihandin

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - AFAD’ê di roja 57'emîn a erdhejê de daxuyand ku li Çewlig, Mêrdîn, Dersim, Êlih, Kayserî û Nîgdeyê wek herêma erdhejê hatiye ragihandin. 
 
Serokatiya Rêveberiya Rewşa Afet û Lezgînî (AFAD) daxuyand ku ji ber erdheja 6’ê Sibatê li bajarên Çewlig, Mêrdîn, Dersim, Êlih, Kayserî û Nîgdeyê avahiyên bi xesar tespît kirine û li cihên van avahiyên kul ê hatine tespîtkirin, wek herêma afetê ragihandine. AFAD’ê bi daxuyaniyekî herêma erdhejê ya li van 6 bajaran ragihand.