Partiya Çep a Kesk li Esenyûrtê 2 buroyên hilbijartinê vekirin

Parve bike:

STENBOL - Partiya Çep a Kesk li navçeya Esenyûrtê bi tilîlî û govendê du buroyên pêwendiyê yên hilbijartinê vekirin.

Partiya Çep a Kesk li Taxên Ornek û Akçabûrgaz ên navçeya Esenyûrt a Stenbolê du buroyên pêwendiyê yên hilbijartinê vekirin.

Seranserê kolanên ku buroyên pêwendiya hilbijartinê lê ne bi alên Partiya Çep a Kesk hatin xemilandin.

Gelek endamên partiyê tev li vekirina buroyê bûn. Di pêşengtiya Dayikên Aştiyê de bi tilîlî û govendê buroyên pêwendiyê yên hilbijartinê hatin vekirin.