Li dijî avahiya Partiya Îyî ya Stenbolê êrişa çekdarî hate kirin

Parve bike:
STENBOL - Li dijî Serokatiya Bajar a Partiya Îyî ya Stenbolê êrişa çekdarî hate kirin. 
 
Di saetên serê sibehê de kesên nasnameya wan nehat zanîn, li dijî avahiya Serokatiya Bajar a Partiya Îyî ya Stenbolê bi çekan êriş pêk anî. Di êrişê de guleyek li paca avahî ket û lêkolîna polîsan a li avahiya li Merterê didome. 
 
Serokwekîlê Koma Partiya Îyî yê Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Îbrahîm Izkan li ser hesaba xwe ya medyaya civakî dîmenê êrişê parve kir û got ku avahiya partiya wan hatiye gulebarankirin.