Gundiyê ku 5 roj berê hatibû binçavkirin hat girtin

Parve bike:
MÛŞ-  Lokman Kabîşenê ku 5 roj berê li gundê Tetergazî yê navçeya Milazgirê hatibû binçavkirin, bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin. 
 
Lokman Kabîşenê ku 5 roj berê li gundê Tetergazî yê Milazgira Mûşê ji aliyê leşkeran ve hatibû binçavkirin, piştî îfadeya li Qereqola Cendirmeyan a Navçeyê sewqî Edliyeya Mizlagirê hat kirin. Dozger piştî îfadeyê, Kabîşen bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir. Dadgehê jî bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" Kabîşen girt û şand girtîgehê.