Li Amedê mizgefta ku xesar gihiştibûyê hate hilweşandin

Parve bike:
AMED - Di erdhejê de ziyan gihiştibû Mizgefta Yeşîl a li Bajarê nû û li ser biryara şaredariyê hate hilweşandin. 
 
Di erdhejên Mereşê yên 6’ê sibatê de ziyaneke mezin gihiştibû Mizgefta Yeşîl a li Taxa Kooperatîfan a Bajarê Nû ya Amedê. Di rapora tespîtkirina xesarê de hat destnîşankirin ku mînareya mizgeftê di erdhejê de xwar bûye. 
 
Ji ber xetereya hilweşînê, şaredariyê mizgeft hilweşand.