3 DAIŞ’î li Diyalayê hatin girtin

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Saziya Îstîxbaratê ya Iraqê da zanîn ku 3 kesên alîkariya lojîstîkê didan DAIŞ’ê ji hêla hêzên ewlekariyê ve hatine girtin. 
 
Saziya Îstîxbaratê ya girêdayî Wezareta Karên Hundir a Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên ewlekariyê li bajarê Diyalayê 3 endamên DAIŞ’ê yên ku biryara girtina wan hebû, girtin. 
 
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku kesên behsa xeberê alîkariya lojîstîkî dida çeteyên DAIŞ’ê. Hat ragihandin ku piştî kar û barên binçavkirinê, ev kes sewqî dadgehê hatine kirin. 
 
Hêjayî bibîrxistinê ye ku di demên dawî de li bajarê Diyalayê liv û tevgereke zêde ya DAIŞ’iyan heye.