ROJEVA 27'Ê ADARA 2023'YAN

Parve bike:
* Fatma Elarslan (13) ji aliyê tîmên taybet ve tê kuştin û piştî kuştinê dadgeh wê dike “endama rêxistinê” û di wêneyê wê ku hatine kişandin de tê dîtin ku çek danîne ber wê. Wêneyê Fatmayê wêneyên Ûgûr Kaymaz ê 12 salî tîne bîra mirov. 
 
* Li Meletiyê 153 hezar û 725 avahî hatin kontrolklirin û hat tespîtkirin 107 hezar û 915 avahî di rewşa lezgîn, xesara giran û hilweşandî de ne. 
 
* Endamê Platforma Em ê ji Nû ve Ava Bikin Çagdaş Can diyar kir ku ji ber teserûfiya benzînê kavilan li cihên nêzî jîngehan vala dikin û got: “Gelo qey bi qasî benzînê jî qîmeta me nîne?” 
 
* Serokê Odeya Endezyarên Înşeatê yê Şaxa Amedê Mahsûm Çiya Korkmaz diyar kir ku avahiyên qaçax ên li Amedê ji sedî 90 avahiyên bazirganiyê ne û got: “Li vir di navbera muteahîd û qeyûm de meseleya danûstandinê heye.” 
 
* Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 736’emîn de berdewam bike. 
 
* Danişîna doza polîs S.E. yê hewl da ku parêzer Serkan Karakaş bikuje li Dadgeha Şirnexê bê lidarxistin. (10.00)
 
* KCD, DBP, TJA, HDP, MED TUHAD-FED têkildarî bernameya rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dê li avahiya TUHAD-FED'ê civîna çapemeniyê li dar bixin.(11.00) ZINDÎ
 
* ÎKK'a Amedê ya TMMOB'ê têkildarî rewşa dawî ya erdhejê û veguherîna bajarvaniyê dê li Odeya Endezyarên Înşeatê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.00)