Zaroka mexdûra erdhejê di şewata kon de jiyana xwe ji dest da
- Rojane
- |
- 26 Adar 2023 21:11
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îskenderûnê di konê malbatek mexdûrên erdhejê de şewat derket û zarokek 4 salî jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Îskenderûnê ya Hatayê di konê malbatek erdhejên mexdûrê de şewat derket. Tê texmînkirin ku şewat ji ber ceyranê derketiye û Ertug Velî Eker (18) û xwişkên xwe Yeşîm Eker (17) û Elîf Mislîna Eker (4) birîndar bûn. Elîf Mislîna ku rewşa wê giran bû jiyana xwe ji dest da û tedawiya her du ferdên din jî didome.