Li Bazîdê 5 kes hatin binçavkirin
- Rojane
- |
- 25 Adar 2023 09:29
- |
AGIRÎ - Li navçeya Bazîdê polîsan duh bi şev bi ser malekê de girtin û ji malbata Ergul 5 kes binçav kirin.
Polîsan duh bi şev li Taxa Ûlûyol a li navçeya Bazîd a Agiriyê bi ser mala malbata Ergul de girtin. Di serdegirtinê de ferdên malbatê Berîtan, Gulcan, Serhat, Leyla û Harûn Rojhat Ergul hatin binçavkirin û di encama guleberdana polîsan fîşek li gelek cihên malê ketin. Di dîmenan de hate dîtin ku polîsan di dema lêgerînan de mal texrîb kiriye û derî jî şikandine. Her wiha hate gotin ku polîsan baxçeyê malê jî kola ye. Kirariyên îfadeyên ferdên malbatê yên hatine binçavkirin hêj jî berdewam dike.