Di hotêleke Pendîkê de şewat derket: 2 kes mirin û 2 jî birîndar bûn

Parve bike:
STENBOL - Li Pendîkê di hotêleke 7 qat de şewat derket. Di şewatê de 2 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn. 
 
Li ser Cadeya Erol Kaya ya li Taxa Dogu ya navçeya Pendîka Stenbolê di hotêleke 7 qat de ji ber sedemeke nediyar şewat derket. Kesên li hotêlê hatin derxistin û agir hate vemirandin. Di şewatê de 2 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn. Komên tenduristiyê kesên birîndar rakirin nexweşxaneyê. 
 
Xebatên tîman ên li cihê bûyerê berdewam in.