Hêzên rejîmê li Rojhilat ciwanek qetil kirin

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên rejîma Îranê li bendeke kontrolê yê li bajarê Bane yê rojhilatê Kurdistanê ciwanek bi îşkenceyê qetil kirin. Piştî bûyerê, xelkê bajar agir berda noqteya kontrolê û şewitand.
 
Hêzên rejîma Îranê li noqteyeke kontrolê ya li bajarê Bane yê rojhilatê Kurdistanê ciwanê bi navê Behzad Ezîzî yê 19 salî dan sekinandin û îşkence lê kirin. Behzad Ezîzî li dijî îşkenceyê li ber xwe da. Hêzên rejîmê jî gule li Ezîzî reşandin û qetil kirin. 
 
Bi bihîstina bûyerê re xelkê bajar berê xwe dan noqteya kontrolê, agir berdanê û şewitandin. 
 
Cenazeyê Behzad Ezîzî rakirin Nexweşxaneya Selahaddîn a li Baneyê.