Mexdûrên erdhejê bêpaşîv rojî girtin

Parve bike:

MEREŞ - Li konbajarê li Elbistanê li mexdûrên erdhejê paşîv nehat belavkirin. Mexdûran bêpaşîv rojî girtin. 

 
Di ser erdhejên ku navenda wê Mereş de bû 45 roj derbas bûn û tevî ewqas dem jî hê jî şert û mercên mexdûrên erdhejê nehatine başkirin. Bi hatina meha Remezanê re pirsgirêkek din li pirsgirêkên mexdûran zêde bû. Konbajarê li taxa Cumhuriyetê ya navçeya Elbistanê tevî ku îro roja ewil e jî paşîv li welatiyan nehat belavkirin. 
 
Mexdûrên erdhejê ji ber paşîv li wan nehat belavkirin, bêpaşîv niyeta xwe anîn û rojî girtin. 
 
MA / Yusra Batihan