ROJEVA 23'YÊ ADARA 2023'YAN

Parve bike:
* Midûrê Ajansa Nûçeyan a Halvashê Şîr Ahmed Şîranî Naroûyî, bilêv kir ku teî hemû destdirêjî û gefên hêzên rejîmê jî dê gelên Îranê li qadan bin. 
 
* Şaban Kaygûsûz ku destê wî yê rastê û lingê wî yê rastê tune ne, diyar kir ku di deêa sewqkirina nexweşxaneyê de kursiya biteker nedane wî û ji ber ku cendirmeyan alîkariya wî nekiriye, di nav xeleka leşkeran de bi lingekî hewl daye têkeve hundirê nexweşxaneyê. 
 
* Waniyan anî ziman ku ji ber bihabûnê nikarin tiştekî ji bo meha Remezanê bikirin û gotin ku krîza heyî "zilm" e. 
 
* Li gorî lêkolîna JMO'yê, li Îzmîrê 45 nexweşxane bi xetereya erdhejê re rû bi rû ne. Serokê Odeya Bijîşkan a Îzmîrê Suleyman Kaynak xwest ku "rapora xetereya erdhejê" ya hemû nexweşxaneyên bajêr bê amadekirin û bi raya giştî re bê parvekirin.
 
* Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 731’emîn de berdewam bike. 
 
* Doza Qetlîama Garê ya Enqereyê dê li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê bê lidarxistin. (10.00) 
 
* KESK dê li navenda xwe ya li Enqereyê "Belgeya Helwesta Hilbijartinê" eşkere bike. (11.00)
 
* Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan dê belgeya helwesta ku partiya wan tespît û pêşnaziyên çareseriyê li herêmên erdhejê kirine li Hotêla Hill a Taksîmê eşkere bike. (12.00)
 
* Li navçeyên Erxenî, Licê û Farqînê yên Amedê têkildarî salvegera tayînkirina qeyûman dê daxuyanî bên dayîn. (12.00-13.00) 
 
* Desteya Şêwrê ya HDP'ê dê bi beşdariya Hevserokê Giştî Mîthat Sancar têkildarî hilbijartinê li Hotêla Hill a Taksîmê bicive. (13.00)