Li Gever û Rûbarokê Newroz hat pîrozkirin
- Rojane
- |
- 22 Adar 2023 22:07
- |
COLEMÊRG - Li navçeyên Colemêrgê Gever û Rûbarokê ciwanan Newrozê pîroz kirin. Ciwanan agir vêxist û li dora agir govend gerandin.
Li gundên Gever û Rûbarokê ciwan û jinan Newrozê pîroz kirin. Li gundê Zêvkan ê Geverê ciwanan agirê Newrozê vêxist û li dor agirê govend gerandin. Her wiha li gundê Nav Berojan ê jî ciwanan bi fîşekên hewayî û Newrozê pîroz kirin û paşê agir vêxistin û li dor wê govend gerandin.