Li 9 navendan agirê Newrozê tê hilkirin | ZINDÎ
- Rojane
- |
- 21 Adar 2023 11:07
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Li 9 navend û navçeyan bi dirûşmên “Her der Newroz, her dem azadî” û “Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve” agirê Newrozê hate vêxistin.
Fînala Newroza îsal ku diyarî qurbaniyên erdhejê hate kirin, li 9 navend û navçeyan tê lidarxistin. Li Amed, Cizîr, Nisêbîn, Panos, Bazîd, Cîhanbeylî, Çanakkale, Bandirma û Golanê bi dirûşmên “Her der Newroz, her dem azadî” û “Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve” agirê Newrozê hate vêxistin.