Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 50 hezar û 96’an

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - AFAD’ê aşkere kir ku hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane derket 50 hezar û 96’an. 
 
Serokatiya Rêveberiya Rewşa Lezgîn û Afetê (AFAD) ragihand ku hejmara kesên di erdheja navenda wê Mereş de jiyana xwe ji dest dane derket 50 hezar û 96’an. Hate diyarkirin ku hejmara birîndaran jî 107 hezar û 204 e.