Li 7 bajaran agirê Newrozê hate vêxistin | ZINDÎ
- Rojane
- |
- 20 Adar 2023 10:53
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Li 7 bajar û navçeyan bi dirûşmên “Her der Newroz, her dem azadî" û "Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve” agirê Newrozê hate vêxistin.
Newroza îsal bi dirûşmên “Her der Newroz, her dem azadî” û “Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve” tê pîrozkirin. Newroz, diyarî qurbaniyên erdhejê hate kirin. Îro jî li 7 bajar û navçeyan Newroz tê pîrozkirin. Îro dê agirê Newrozê bi daxwaza “Ji bo Ocalan azadî” li Colemêrg, Agirî, Qers, Erdexan, Dep, Milazgir û Qereyaziyê were vêxistin.