Li Wêranşarê 3 kes hatin binçavkirin

Parve bike:
RIHA - Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê îro danê sibehê di serdegirtina malan de 3 kes hatin binçavkirin. Ji kesên hatin binçavkirin kesek bi şertê kontral edlî hat berdan. 
 
Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê îro danê sibehê di serdegirtina malan de Ozkan Înak, Diyar Înan û Kenan Înan hatin binçavkirin. Ozkan Înak ê danê sibehê hatibû binçavkirin bi şertê kontrola edlî hat berdan, Diyar Înan û Kenan Înan jî hê jî li Midûriyeta Polîsan a Waêranşarê di binçavan de ne. 
 
Sedema binçavkirinan nehat hînkirin. 
 
Her wiha hat hînbûn ku li navçeyê serdegirtina malan hê jî berdewam dike.