Li Sîlopiyayê birûsk li santrala termîkê ket
- Rojane
- |
- 19 Adar 2023 18:59
- |
ŞIRNEX- Li navçeya Silopiyayê birûsk li Santrala Termîkê ya Koma Cînerê ket.
Li Silopiyaya Şirnexê birûsk li Santrala Termîkê ya Koma Enerjiyê ya Cînerê ket ku di navbera bajaroka Bêspîn û navçeya Silopiyayê de ye. Li gor agahiyên çavkaniyên herêmî, xisareke canî çênebûye, lê hat hînbûn ku zirareke mezin gihîştiye santralê.